Pêvajoya tecrîdê ya domdar

Ji 25 salan zêdetir e desthilata Tirk bi awayekî sîstematîk rê li ber parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan girtiye ku hedîtinan pê re bikin, ji bilî çend hevdîtinên sînorkirî. Her wiha polîtîkayeke tecrîdê ya hişk û domdar jî pêk tînin. Ev kiryar li dijî hemû pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî ne.

Pêvajoya tecrîdê ya domdar
1 cotmeh, 2025   02:35
HESEKE
BOTAN HISÊN

Ji dema ku Rêber Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an de ji paytexta Kenyayê Naîrobiyê, hate revandin û veguhastin Girava Îmraliyê, desthilata Tirk sistemeke tecrîdê ya giran li ser wî ferz kiriye ku hovîtiya wê pîvanên qanûnî û mirovî derbas dike.

Di vê raporê de, em ê hewl bidin binpêkirinên berdewam ên qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên girtiyên siyasî ji hêla rayedarên Tirkiyeyê ve eşkere bikim. Em ê bi taybetî mijara mafê hevdîtina bi parêzer û malbatê re rave bikin, ji ber ku ev mafek bingehîn e ji bo her girtiyekî, bi taybet di rewşên girtina siyasî de.

SÎSTEMA TECRÎDÊ LI ÎMRALIYÊ

Girava Îmraliyê ku di dîrokê de wekî girtîgeheke pir asê tê zanîn, jib o Rêber Abdullah Ocalan sistemeke girtinê ya awarte hatiye çêkirin. Desthilatdarên Tirkiyeyê pergalek ku niha wekî "Sîstema Îmraliyê" tê zanîn, bicîh kirine, armanca wê sistemê ku girtiyan ji her cure têkiliyê bi cîhana derve re bêpar bike.

Di vê çarçoveyê de, çalakvanê mafên mirovan Mehmûd Cemîl diyar dike ku "Rêber Abdullah Ocalan bi şêwazeke mafyayî hat girtin ku ne rewa û neqanûnî ye, ji ber ku ew serokê partiyek siyasî ye ku ji bo mafên gelê xwe têdikoşe, ax û mafên wî ji hêla çar welatan ve, di nav de Tirkiye jî, hatine dagirkirin.”

Cemîl wiha lê zêde dike: "Dewleta Tirkiyeyê ji dema girtina Rêber Abullah Ocan ve li Girava Îmraliyê di bin şert û mercên dijwar de, ew ji hemû mafên wî bêpar kiriye. "

Li girtîgeha Îmraliyê, ji bilî hejmareke hindik rojname û pirtûkan, û radyoyêyekê, ti rêyek têkiliya bi derve re tune. Heta name ku amûrek mirovî ya hêsan e, hema hema bi tevahî têne redkirin, ji bilî çend nameyên ku ji hêla girtiyên din ve ji Rêber re hatine şandin, lê destûr jê re nayê dayîn ku nameyan bişîne derveyî girtîgehê.

Rêber Abdullah Ocalan berê di parêznameyeke xwe de ev rewş wiha vegotibû: "Eger xwedayên mîtolojîk bifikiriyana ku min ceza bikin, ew ê cezayekî wiha giran bi qasî zincîrkirina min a bi zinaran Îmraliyê ve, nehata bîra wan. "

DANE Û HEJMAR RASTIYA TECRÎDÊ RAVE DIKIN

Dema em hijmara daxwazên hevdîtinê yên ku ji hêla parêzer û malbata Rêber Abdullah Ocalan ve hatine pêşkêş kirin, dibînin, asta binpêkirinan eşkere dibe.

Ji 27’ê Tîrmeha 2011`an heta Tebaxa 2019`an, parêzerên Rêber Abdullah Ocalan hezar û 641 daxwazên fermî pêşkêş kirin da ku bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bikin. Lê rayedarên Tirk tenê 5 hevdîtin qebûl kirin, ya dawîn di 7`ê Tebaxa 2019`an de bû. Piştî wê dîrokê û heta 15`ê Îlona 2025`an, destûr nehat dayîn ku serdanên nû werin kirin, ev tê vê wateyê ku rêjeya qebûlkirina daxwazên hevdîtinê ji sedî 0,3 derbas nebû.

Serdana dawîn di 15`ê Îlonê de pêk hat, piştî ku Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata îsal de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Vê yekê rayedarên Tirk neçar kirin ku hevdîtinên parêzeran bi wî re qebûl bikin.

Malbata Rêber Abdullah Ocalan, ji sala 2014`an heta Cotmeha 2024`an 637 daxwazên serdanê pêşkêş kirin. Tenê 6 ​​ji van hatine qebûlkirin, ya dawîn di 23`yê Cotmeha 2024’an de ji hêla biraziyê wî Omar Ocalan ve bû. Anku rêjeya qebûlkirina daxwazên malbatê ji sedî 1 derbas nebû.

Ev hejmar, dema ku bi standardên navneteweyî re têne berhev kirin, nîşan didin ku tecrîd ne rewşek demkî ye, lê belê siyasetek sîstematîk e ku bi wê re Tirkiye bi zanebûn rê li ber her têkiliyek normal di navbera girtiyên siyasî û malbat an tîmê wan ê hiqûqî re digire.

BINPÊKIRINEKE RASTERAST A PEYMANÊN NAVNETEWEYÎ

Çalakvanê mafên mirovan Mehmûd Cemîl dibêje: "Hejmara hevdîtinên Rêber Abdullah Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re li gorî dirêjahiya cezayê wî yê nêzî 26 salan pir kêm e. Ev jî tê wateya ku Rêber Abdullah Ocalan rastî tecrîdeke giran tê ku mafên wî yên rewa wekî girtiyekî siyasî tên binpêkirin. "

Cemîl wiha dewam kir: "Ev tecrîd Danezana Neteweyên Yekbûyî ya ku girtina her kesî ji ber çalakiya siyasî an jî derbirîna raya xwe qedexe dike, binpê dike.”

Tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan ne tenê binpêkirineke îdarî ye; ew binpêkirineke rasterast a peymanên navneteweyî ye, wekî;

-  Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî (1966), bi taybetî madeyên 18 û 19 ku maf dide girtiyan ku bi parêzer û malbatên xwe re têkilî daynin û girtina wan di şert û mercên dijwar de qedexe dike.

-  Danezana Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî ku azadiya derbirîna siyasî diparêze û cezakirina kesan ji ber xebata wan a siyasî qedexe dike.

 - Rêzikên Nelson Mandela ku maf dide girtiyan bi malbatên xwe re têkilî daynin û bê sînorkirin piştgiriya hiqûqî wergirin.

SÎSTEMA ÎŞKENCEYÊ YA TAYBET A LI ÎMRALIYÊ

Desthilata Tirkiyeyê ne tenê tedbîrên kevneşopî tund kirine, lêbelê pergalên nû jî danîne da ku rê li ber hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan bi parêzer û xizmên xwe rewa bigire. Di sala 2018`an de, desthilatê "cezayên dîsîplînî" danîn, li gorî wan cezayan Rêber Abdullah Ocalan bi hinceta binpêkirina "rêziknameyên navxweyî yên zindanê" hevdîtina wî ya bi malbat an parêzerên xwe re dihat astengkirin. Ev kiryar tenê hênceteke ji bo domandina siyaseta tecrîdê, ku ti bingeha wê ya qanûnî tune ye.

GELO TECRÎD BI DAWÎ BÛYE?

Tevî ku gelek sal di ser tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan re derbas bûn jî, lê hîna berdewam e, ji ber ku qanûnên Tirkiyeyê yên ku vê tecrîdê rewa dikin, nehatine guhertin. Civînên siyasî yên carinan tên lidarxistin veneguherîne gavên qanûnî yên berbiçav û heya ku rewşa siyasî bi awayekî bingehîn neguhere, tecrîdê dê berdewam bike û girantir bibe.

(k)

ANHA