Berpirsên komkujiyên li Sûriyeyê hîna bê ceza ne

Komîteyên ji bo lêkolînkirina komkujiyên li Siwêda û peravê hatine kirin, heya niha tu rapor der barê berpirsên komkujiyan de pêşkêş nekirine. Malbatên qurbaniyan bi fikar in ku berpirsên van komkujiyan bê hesab werin hiştin.

Berpirsên komkujiyên li Sûriyeyê hîna bê ceza ne
1 cotmeh, 2025   03:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Di navbera 6-9’ê Adara îsal de li herêmên perava Sûriyeyê komkujî hatin kirin. Li gorî rêxistinên hiqûqî û çavkaniyên xwecih, di wan komkujiyan de bi kêmanî hezar û 479 sivîl hatin qetilkirin. Piraniya wan ji Elewiyên li Laziqiyê, Tertûs û Hemayê ne.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), hejmara qurbaniyên komkujiyê yên navên wan hatine qeydkirin, hezar û 682 e. SOHR’ê da zanîn ku ev sivîl li meydanan hatin qetilkirin û bi qetilkirinan re mal û milkên wan hatine dizîn û şewitandin.

Li gorî gelek raporan, di serî de Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), "Dezgeha Ewlehiya Giştî" û "Tugaya Osman", "Firqeya 400", çekdarên biyanî wekî Ûygûr û Çeçen, gelek aliyên din beşdarî pêkanîna van sûcan bûne.

Ji ber zextên navneteweyî û xwecih ên bi armanca hesabpirsîna ji sûcdaran, hikumeta veguhêz a Sûriyeyê 9’ê Adarê "Komîteya Lêkolînkirina Rastiyan" ava kir. 3 meh dem dan komîteyê da ku erkên xwe bi cih bîne. Lê komîteyê piştî derdora 100 rojî rapora xwe ya dawîn parve kir, lê tu encamên berbiçav û ne jî navên sûcdaran nedan. Tenê agahiyeke giştî li ser bûyerê pêşkêş kir. Malbatên qurbaniyan nerazîbûn nîşanî raporê da û wek "paşguhkirina rastiyan û derfeta ku sûcdaran ji cezayan bifilitînin" bi nav kir.

Di Tîrmehê de li bajar û gundewarên Siwêdayê jî komkujî hatin kirin. Di encamê de hezar û 593 Durzî bûn qurbanî, ji vê hejmarê 817 kes li meydanan hatin înfazkirin. Hikumeta veguhêz di 1’ê Tebaxê de komîteyeke lêkolînkirina rastiyan ava kir. Tevî ku 60 roj di ser avakirina komîteyê re derbas bûne, lê heya niha tu rapor pêşkêş nekiriye.

Ji bilî komkujiyên mezin, rojane li herêmên di bin kontrola hikumeta veguhêz a Sûriyeyê de sûcên qetilkirinê dewam dikin. Li gorî SOHR’ê ji dema rûxandina rejîmê (8 Kanûn 2024) ve, bi kêmanî hezar û 345 kes hatine kuştin.

Ji sûcên hatine kirin; komkujiyan li gundê Um Tîna yê Dêr Hafirê yê li rojhilatê Helebê ye ku ji aliyê komên girêdayî hikumeta veguhêz ve hat kirin. Di encamê de 8 kes hatin qetilkirin û hejmarek jî birîndar bûn.

Tevî bertekên domdar ên saziyên navneteweyî û zextên li ser hikumeta veguhêz, lê heya niha hesab ji sûcdaran nehatiye pirsîn. Sûriyeyî jî li benda lêkolîneke zelal û çalak in ku ewletî û edalet pêk were û hesab ji berpirsên van sûcan were pirsîn.

Çavdêr û hiqûqnas diyar dikin ku berdewama hesapnepirsînê bû sedem ku piştî komkujiyên li Siwêda û peravê bi sedan sûriyeyiyên din werin qetilkirin.

(bb)

ANHA