Kurdên Şamê berê xwe didin stadyoma El Feyhai

Kurdên li paytexta Sûriyeyê Şamê ji bo ku Newrozê pîroz bikin, bi cil û bergên xwe li Stadyuma Feyha kom dibin.

Kurdên Şamê berê xwe didin stadyoma El Feyhai
21 adar, 2026   11:59
ŞAM

Bi dirûşma “Em cejna Newrozê bikin destpêkek nû ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk û geşbûyî`, Kurdên Şamê şahiya cejna Newrozê li stadyuma Feyha ya li Meşrûi Dûmer organîze kirine. Kurd bi cil û bergên xwe yên kurdî têne qada Newrozê.

Komên stranan û govendên kurdî wê di şahiya Newrozê de berhemên xwe pêşkêş nikin.

ANHA