Îsraîlê 2 caran êrişî Beyrûtê kir

Balafirên Îsraîlê êrişî taxên başûrê Beyrûtê kir. Di encamê de kuştî û birîndar çêbûne.

Îsraîlê 2 caran êrişî Beyrûtê kir
21 adar, 2026   12:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Îsraîlê vê sibehê 2 êriş li dijî herêmên Haret Herîk û Kefaat ên başûrê Beyrûtê pêk anîn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku ev êriş li dijî "hedefên Hizbullahê" hatin kirin.

Hate ragihandin ku balafirên Îsraîlê li bajarokê Xendûziye yê navçeya Bint Cibêl malek kir hedef. Di encamê de kesek hat kuştin û 2 kes birîndar bûn.

Artêşa Îsrîalê êrişên xwe yên bi obîsên giran li ser bajarokê Naqûra yê navçeya Siwerê berdewam kir.

Hizbullahê jî ragihand ku wê baregeha Fîlûn Cinûb û Roj Bîna bi mûşkan kiriye hedef û got "Di çarçoveya operasyonên parastinê de 55 êrişên bi mûşekan, dron û topên obîsan li dijî baregehên leşkerî yên Îsraîlê, kombûnên leşkeran û mêtîngeh hatine kirin."

Her wiha destnîşan kir ku baregehên Yeira û Metat, Biranît û Zirêît ên bakurê Îsraîlê hatin hedefkirin.

(bb)