Li Rimêlanê ji bo zarokên şehîdan çalakî

Li bajarê Rimêlanê bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan şahiyek ji zarokên şehîdan û malbatên wan re hat lidarxistin. Di şahiyê de reqsên kesayetên kartûnî û çalakiyên kêfxweşiyê yên curbicur hebûn.

Li Rimêlanê ji bo zarokên şehîdan çalakî
Li Rimêlanê ji bo zarokên şehîdan çalakî
Li Rimêlanê ji bo zarokên şehîdan çalakî
Li Rimêlanê ji bo zarokên şehîdan çalakî
7 nîsan, 2026   19:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Girkê Legê bi boneya Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan, ji bo zarokên şehîdan û malbatên wan li bexçeyê Newroz a bajarê Rimêlanê şahiyek li dar xist.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Malbatên şehîdan, zarokên wan û xelkê bajêr tev li şahiyê bûn.

Çalakî bi atmosfereke kêf û xweşî tijî bû, kesayetên kartonî yên ji bo zarokên tên hezkirin çalakiyên curbicur hatin pêşkêşkirin.

Meclîsa Malbatên Şehîdan diyar kir ku armanca lidarxistina van çalakiyan ew e ku dilê zarokan şad bike û têkiliyên civakî di navbera malbatên şehîdan de xurt bike.

(ac/fr)

ANHA