Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe

Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê li Girkê Legê, ji bo zêdekirina hilberîna çandiniyê ya xwecihî gavên girîng avêtine, ji aliyê hejmarî û kalîte ve pêşketineke berbiçav pêk aniye û rûbera çandiniyê berferh kiriye.

Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê sal bi sal berferh dibe
26 gulan, 2025   07:45
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Koperatîfa Mîtra ya çandiniyê yek ji projeyên pêşketî ên çandiniyê ye li Rimêlan û Girkê Legê. Salê sê werzan gelek cureyên sebzeyan diçîne û berhemên xwe li bazarên xwecihî difroşe, ev jî dibe alîkar ku bihayê sebzeyan kêm bibe.

Koperatîfa Mîtra di sala 2017’an de bi 12 malikên naylon, ku ji bo çandina sebzeyan hatine veqetandin hatiye avakirin. Di destpêka sala 2018`an de, proje berfireh bû rûbera wê bi qasî 12 donim erd fereh bû.

Projeya çandiniyê ya koparatîfê xwe dispêre sistema karê malbatî, ku çend malbat xebatên çandinyê dikin û beramberî wê parek berhemên çandiniyê ji xwe re dibin.

Di sala 2021`an de, proje berfireh bû rûbera wê bû 36 donim zeviyên çandiniyê, ev jî bû sedem ku berhemê çandiniyê zêde bû.

Xebatkarên koperatîfê gelek cureyên sebzeyan wek bacanên sor, xiyar, bacanê reş, îsot û hin cureyên baqilan diçîne. Niha 6 malbat di projeyê de dixebitin, ev jî derfetên kar li deverê peyda dike.

Çavdêrê çandiniyê yê projeyê Hisên Salih El Elî ji ajansa me re got ku pêşketina koperatîfê bo egereke girîngbo peydakirina sebzeyan bi buhayên guncaw li bazarên herêmê. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku koperatîf ne tenê sebzeyan diçîne, lê her wiha 200 donim genim û 20 donim darên fêkî yên wek tirî, tû, hinar, sêv, kiraz û mişmişan jî tên çandin.

El Elî anî ziman ku ew salê di sê werzan de sebzeyan diçînin û ji destpêka bihara îsal ve 140 ton xiyar (rojane 5 ton) dibin bazarên herêmê. Her wiha diyar kir ku ew çav li rê ne ku di werza biharê de 250 ton  xiyar biçinin.

Çavdêrê Çandiniyê Husên El Elî di dawiya gotinên xwe de ji şêniyên herêmê xwest ku guh bidin çandiniya sebzeyan, ji ber ew çandinî sûdên girîng ên aborî û çandiniyê ji cotkaran û bazara herêmî re peyda dike.

(k)

ANHA