Cenazeya Nêrmîn Xelîl hat dîtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û xelkê navçeya Zirganê cenazeya zaroka bi navê Nêrmîn Xelîl a di 19ˊê Adarê de di çemê Zirganê de noq bûbû, dît.

Cenazeya Nêrmîn Xelîl hat dîtin
27 adar, 2024   18:40
HESEKÊ

Li gorî çavkaniyekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku agahî dane nûçegihanê me, bi alîkariya xelkê navçeyê cenazeya Nêrmîn Xelîl li gundê Kesra yê Zirganê hat dîtin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, malbata Nêrmîn Xelîl a ji navçeya Şedadê ye û ji bo debarê berê xwe dabû gundê Erade yê Zirganê.

(fr)