Konferansa Sosyolojiya Azadiyê berhema xwendina parêznameyan e

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Hêvî Elî diyar kir ku konferansa Sosyolojiya Azadiyê berhema nîqaşên li ser pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan e û got armanca wan ji konferansê balê bikişînin ser projeya Rêber Abdullah Ocalan ku di azadiya wî ya fîzîkî de bibe piştgirî.

Konferansa Sosyolojiya Azadiyê berhema xwendina parêznameyan e
10 tebax 2024   02:15
REQA
 MIHEMED XELÎL

Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê Hêvî Elî diyar kir ku lidarxistina konferansa Sosyolojiya Azadiyê berhema xwendina gelek parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li hemû kantonan e.

Di çarçoveya pêngava navneteweyî ya "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li ser asta kantonên Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor bi dirûşma "Hezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de ye" Konferansa Sosyoljiya Azadiyê li dar xist. Di konferansê de 250 jin beşdar bûn.

Di encamnameya konferansê de girîngî ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, rizgarkirina jinan di aliyên hişmendî û fikrî de, belavkirin û pêkanîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan li ser erdê, hat dayîn.

Hêvî Elî ji ajansa me re diyar kir ku wan diruşma ˊHezkirina ji bo min, pêkanîna ramanên min a di jiyanê de yeˊ piştî hin rexne hatin, hilbijart û got tiştê ew dixwînin li ser erdê pêk nayê. Têkildarî pêkanîna vê diruşmê jinan got ew ê bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan ên ku xwendine, nîqaş kirine re bijîn.

Di mijara yekemîn a konferansê de dozên civakî hatin nîqaşkirin. Der barê wê de Hêvî Elî got: "Gelek dozên civakî wek perwerde, siyaset, exlaq û aborî û bandorên wan li ser civakê hatin nîqaşkirin. Girîngî jî ji bo rizgarkirina jinan di aliyên hişmendî û fikrî de hat dayîn ku pê re jî civak tên rizgarkirin."

Hêvî Elî diyar kir ku bal li ser malbatê ku şaneya biçûk a civakê ye hat kişandin û encama ji konferansê hatiye derxistin ew e ku azadiya jinê di aliyê zihnî de rêbaza rizgarkirina civakê di aliyê fikrî de ye.

(mh)

ANHA