Rûspiyên Dêrazorê: Em serî ji êrişan re natewînin, em bi QSDˊê re ne

Rûspiyên qebîleya El Igêdat û Begara yên kantona Dêrazorê diyar kirin ku armanca êrişên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî", têkbirina ewlehiya herêmê ye. Rûspiyan da zanîn ku ew bi QSD`ê re ne.

Rûspiyên Dêrazorê: Em serî ji êrişan re natewînin, em bi QSDˊê re ne
10 tebax 2024   06:05
DÊRAZOR
MIHEMED XELÎL

Hêzên hikumeta Şamê û çekdarên "Dîfa El Wetenî", bi çekên giran êriş bajar û bajarokên kantona Dêrazorê kir. Di encamê de li gorî daneyên herî dawîn 13 sivîl şehîd bûn û 12 jî birîndar bûn. Di nav de zarok hene.

Şênî û rûspiyên kantona Dêrazorê ev êriş şermezar kirin. Yek ji rûspiyên qebîleya El Igêdat Mahir El Mihêsin diyar kir ku armanca êrişan, têkbirina ewlehiya herêmê, tirsandina şêniyan e ji bo ku ji warên xwe koçber bibin.

El Mihêsin diyar kir ku helwesta wan diyar e ku ew ê heta dawiyê piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin û wiha domand: "Em qebûl nakin rejîm vegere dema beriya 2011`an, ku xwîna bêgunehan rijand. Em ê herêmên xwe biparêzin û nahêlin şêniyên me koçber bibin. Em ê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de El Mihêsin got: "Divê kesên bajêr topbaran dikin, fêm bikin ku ew xelkê û xwişk û birayên xwe topbaran dikin. Ne bes e 14 sal kuştin?"

Rûspiyê Qebîleya Begara ya kantona Dêrazorê Fewaz El Wês jî êrişên l idijî kantona Dêrazorê şermezar kirin û got ew piştgiriya Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk û QSD`ê dikin.

Di dawiyê de El Wês wiha axivî: "Çi dibe bila bibe, em tawîzan nadin. Em bi rêveberiya xwe re ne. Divê Koalîsyona Navneteweyî, hebûna xwe li herêmê îsbat bike, helwesteke cidî li kêleka gel nîşan bide ji bo ku êriş rawestin."

(şx)

ANHA