Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin

Komînên bajarê Kobanê bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e" konferansa xwe li dar xist.

Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin
Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin
Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin
Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin
Konferansa komînên Kobanê hat lidarxistin
7 kanûn, 2025   13:09
KOBANÊ

Komînên bajarê Kobanê îro bi dirûşma "Komîn bingeha avakirina civaka demokratîk e" konferansa xwe li hola Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist. Di konferansê de bi sedan şêniyên bajarê Kobanê, hevserok û endamên komînan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî amade bûn.

Konferans bi qeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Firatê Roşîn Mehmûd axivî û konferansa li Rêber Abdullah Ocalan û şehîdên azadiyê pîroz kir.

Roşîn Mehmûd diyar kir ku komîn bingeha avakirina civakan e û wiha axaftina xwe domand: "Komîn bingeh e. Divê em bingeha xwe xurtir bikin û xwedî li komînan derkevin. Divê em bingeha Komînan ji nûve li gorî perespektîvên Rêber Apo ava bikin. Divê her kes li gorî van rêgezan kar û xebatên komînan bidin meşandin, ji bo ku em civakeke demokratîk ava bikin."

Piştre hevserokê Meclisa Rêveber a  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa rewşa siyasî nirxand.

Mamosteyê Ziman û Wêjeya Kurdî Ednan Elî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komînan xwendin.

Beşdaran jî li ser pirsgirkên li pêşiya komînan û çawaniya pêşxisitna xebatên komînan nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, divê karên komîn li ser bingeha civaka demokratîk were sererastkirin.

(sş/b)

ANHA