Partiya Hevbendiya Nîştimanî kongreya xwe li dar xist

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê kongreya xwe ya 4’emîn li Şamê li dar xist.

7 kanûn, 2025   13:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê duh (6 Kanûn 2025) bi dirûşma "Ber bi demokrasiya pirrengî ve…ji bo avakirina Sûriyeya nû " kongreya xwe ya 4’emîn li Şamê li dar xist. Kongre bi beşdariya 320 delegeyên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, rûspiyên eşîran, nûnerên saziyên civakî û çandî, nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD), Rêveberiya Xweser, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Partiya Nûjen û Demokrasiyê, Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Partiya Întîmaa ya Sûriyeyê pêk hat.

Di kongreyê de Sekretêrê Giştî yê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ehmed El Erec axivî û diyar kir ku ’’projeya hevbendiya nîştimanî li ser esasê tevkariya siyasî, xebata hevbeş e û banga kongreyeke giştî dike da ku çareseriyên siyasî werin dîtin. ’’El Erec anî ziman ku hemwelatîbûna wekhev û cûdakirina ol ji dewletê mîsogeriya rasteqîn a parastina tevahî pêkhateyên civaka Sûriyeyê ye.

Endama Nivîsgeha Jinan a Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Sara Ebas anî ziman ku jinên Sûriyeyî ji nifşan re bûne meşale û hevkarên sereke di avakirin û guherînê de.

Di kongreyê de axaftin ji aliyê hêzên siyasî û rêxistinên civakî ve hatin kirin. Di axaftinan de kongre hat pîrozkirin û girîngiya xebata nîştimanî ya hevbeş hat vegotin.

Piştî axaftinan de kongre girtî dewam kir. Di vê rûnştinê de endamên partiyê projeya xwe ya siyasî, rêzikanem û plansaziya du salên pêş nîqaş kirin. Her wiha endamên Desteya Navendî û Komîteya Şopandinê hilbijartin. Di dawiyê de Ehmed El Erec careke din wekî sekretêrê giştî yê partiyê û 3 alîkarên wî: Sara Ebas, Sam Bîtar û Ezîz El Ebûd hatin hilbijartin.

(b)

ANHA