Çeteyan li Efrînê ciwanek kuştin

Çeteyên deweta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî ciwanek kuşt û dest danîn ser motorsîklêta wî.

Çeteyan li Efrînê ciwanek kuştin
7 kanûn, 2025   12:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavaniyên xwecihî ragihandin ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker duh şevê, ciwanê bi navê Wehîd Bekir (30) yê ji gundê Cûqê yê gundewarê Efrînê, li ser rêya Çûqê û Eynhecerê, bi guleyan kuştin û dest danîn ser motorsîklêta wî.

Li Efrînê û gundewarên wê binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê berdewam dikin.

(k)