Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû

Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi encamnameyekê bi dawî bû û di konferansê de banga bilindkirina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya Rêber Abdullah Ocalan hat kirin.

Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
Konferansa ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû
13 sibat, 2024   19:26
REQA

"Bi berxwedana gelan wê dîwarên Îmraliyê bên hilweşandin û bihara gelan pêk were" li Reqayê Konferansa Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê dest pê kir.

Di mijara yekemîn a konferansê de bi sernavê ˊRastiya Rêbertîˊ ji hêla endama Însiyatîfê Şeza El Hisên ve hate xwendin.

Dûre bi sernavê semîner ˊJi bo gelên di bin nîrê komployê de divê tu bibî şerê azadiyêˊ endama însiyatîfê Hind Dagistanî semînerek da, her wiha bi sernavê ˊRastiya Rêbertî û komployêˊ endamê însiyatîfê Ferzenda Munzur semînerek da. Munzur axivî û wiha got: "Silav ji rêberê konfederalîzma demokratîk Rêber Abdullah Ocalan re. Di dîrokê de tu neteweyekê û ne jî bûyerekê mîna ku Rêber Abdullah jê re destkeftî pêk anîne, nehatiye nivîsandin."

Munzur wiha domand: "Şoreşên Biha Ereban ev hemû îsbat kirin ku tu destkeftiyek pêk nehat, ji ber ku rêberekî wan êş û êşên gel nas bike tune bû."

Mijara duyemîn a bi sernavê ˊneteweya demokratîk, têkiliyên Ereb û Kurdan û rêbazên çareseriyêˊ ji hêla endamê însiyatîfê ya kantona Dêrazorê Enes El Merfû ve hat xwendin û wiha got: "Çareseriya demokratîk di civaka demokratîk, avakirina civakê li gorî bingehên nîştimanî û demokratîk de ye, ev jî bi dewletê pêk nayê."

Dûre endama însiyatîfê Neha Omer rapora însiyatîfê xwend.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû. Berdevka însiyatîfê Amine Xidro encamname xwend û wiha ye:

Piştgiriya pêngava cîhanê heta bigihîne milyonan

Belavkirina fikir û felsefe û pirtûkên Rêbertî di nava gelê li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de

Têkilî bi saziyên civaka sivîl, rûspî û şêxên eşîrên li dewletên Ereban re

Di konferansê de hate teqezkirin ku projeya neteweya demokratîk çareya herî guncaw ji bo Rojhilata Navîn e ku krîz û şer werin derbaskirin.

Şandeyên ji eşîr, hiqûqnas û rewşenbîran ber bi dewletên Ereban ve werin şandin ku piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser bikin û xebat li ser azadiya Rêbertî were kirin.

Divê çapemenî balê bikişîne ser girîngiya azadiya Rêbertî di pêkanîna aştî û demokrastiya Rojhilata Navîn de.

Têkilî bi rêxistinên hiqûqî yên Ereban û navneteweyî re der barê sûcên li dijî Rêbertî û azadiya wî ya fîzîkî ve bên danîn.

(fr)

ANHA