Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin

Koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî li kampa Waşûkanî meşek li dar xist û diyar kir ku pêwîst e her kes li hember erkên xwe yên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan xwedî berpirsiyarî be, her wiha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê jî destnîşan kir ku ew ji bo avakirina pergaleke nû li ser bingeha fikrên Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
Li Kampa Waşûkanî û Minbicê komploya navnetewyî hat şermezarkirin
13 sibat, 2024   17:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 15'ê Sibata 1999'an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan komployeke navneteweyî pêk hat. Di salvegera wê ya 25'emîn de koçberên herêma Serêkaniyê yên li kampa Waşûkanî ya rojavayê bajarê Hesekê bi meşekê ew komplo şermezar kir.

Li têketina kampê meş vegehunerî mîtîngê, li wir hevserokê kampê Barzan Ebdullah behsa siyaseta qirkirinê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tine, zîhniyeta li dijî Rêber Abdullah Ocalan û zîhniyeta li dijî gelên Kurdistanê kir û got dewleta Tirk a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcan pêk tine.

Ebdullah destnîşan kir ku bê azadiya Rêber Abdullah Ocalan aştî li Rojhilata Navîn pêk nayê, ji ber ku kilîtên çareseriya kirîzên herêmê di destê wî de ne.

Ebdullah wiha domand: "Tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan dide meşandin dûrî nirxên mirovî û qanûnên navneteweyî ye. Armanc jê têkbirina îradeya gelê Kurd û têkbirina projeya neteweya demokratîk e."

Di dawiya çalakiyê de Ebdullah bêdengiya navneteweyî şermezar kir û bang li hemû aliyan kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin.

MINBIC

Di heman çarçoveyê de Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê û Komîteya Şaredariyan semînerek li dar xist. Tê de endamên komîteyê û Gerînendetiya Veguhastinê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya beşdar bûn.

Semîner li hola Meclisa Gelan a Demokratîk ji aliyê cîgira hevseroketiya Komîteya Şaredariyan a kantonê Medya Hemo ve hat dayîn. Medya got Rêber Abdullah Ocalan di lêkolînên xwe de gihaşt rastiya civakê ku ew jî civakeke exlaqî û polîtîka ye û xwe dispêre nirxên exlaqî, her wiha Rêbertî têgeha sosyolojiyê, piştî ku modernîteya kapîtalîstê rûyê wê reş kir û weke alava desthilat û kontrolkirina civakê bi kar anî, sererast kir.

Medya Hemo wiha domand: "Rêber Abdullah Ocalan di hemû bûyerên tê re derbas bûye de bandor bû. Wî bi lêkolîna xwe di felsefe, zanist û şoreşên dîrokî de şaştî nas kirin û girîngî da tiştên erênî yên ku ew bûyer û şoreş bi ser xistine."

Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Riweyda Hinêzel destnîşan kir ku tenê Rêber Abdullah Ocalan xwedî fikrên guhertina pergala cîhanî ye û got: "Piştî lêkolînên wî yên kûr di dîroka mirovan de, wî çareserî pêşkêş kir. Ew jî felsefeya neteweya demokratîk a li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş e."

Riweyda diyar kir ku gelek zanyar, fîlozof û rewşenbîran piştrast kir ku tenê Rêber Abdullah Ocalan dikare di vê qonaxa girîng de guhartinê pêk bîne û ew ji bo avakirina pergaleke cîhanî ya nû bi fikrê Rêber Abdullah Ocalan tê dikoşin.

Piştre sînevîzyonek li ser komploya navneteweyî hat pêşandan.

(mh)

ANHA