Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî

100 ton ardê navenda Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê ku bûbû hedefa dagirkeran ziyan bû. 

Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî
Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî
Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî
Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî
Kompaniya rastî êrişê hat: 100 ton ard şewitî
24 cotmeh, 2024   19:19
QAMIŞLO
CÎHAN BÎLGÎN / SILAVA EBDUREHMAN

Dewleta Tirk ji 23`ê Cotmehê (2024) bi balafirên xwe yên keşfê yên biçek bêserûber navendên xizmetguzarî, navendên hêzên ewlekariyê, bendên kontrolê, malên hemwelatiyan ên Herêma Bakur û Sûriyeyê bombebaran dike. Di encama van bombebaranan de gelek zarok, jin, endamên ewlehiyê û hemwelatî şehîd ketin û gelek jî birîndar bûne. Heman demê di van êrişan de zererek mezin jî gihîştiye navendên xizmetgûzariyê. 

Yek ji wan navendên xizmetgûzariyê ku ji aliyê balafira dewleta Tirk ve hate hedefgirtin Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê ya li bajarê Qamişlo bû.

Navenda Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê (KPÇ) ya kantona Cizîrê ya li bajarê Qamişlo ya li taxa Enteriyê şeva 24`ê Cotmehê (2024) ji aliyê balafira keşfê ya biçek a dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Di encama bombebaranê agir bi depoyê ket. Ji ber tevgera êrişan tîmên agirkujî yekser nikarîbûn mudaxele bikin, lewma piştî çend saetan tîman agir vemirandin.

Hevseroka Kompaniya Pêşxistina Çandiniyê Nebîle Mihemed der barê zirarên gihîştine kompaniyê de ji ANHA`yê re axivî.

KOMPANÎ LI HEMÛ CIZÎRÊ ARD BELAV DIKIR

Nebîle Mihemed anî ziman ku di encama êrişan de 100 ton ard zerer girtiye û got: “Kompanî ku di sala 2013`an de hatibû avakirin û li ser asta kantona Cizîrê ard li firinan belav dikir. Depoya belavkirina ard a hat hedefgirtin li hemû firinên kantona Cizîrê ard belav dikir. Duh derdora saet di 02:30`an de êrişeke dewleta Tirk li ser depoyê pêk hat. Ardê ku li firinan tê belavkirin û gel ji wan firinan nan werdigre hat hedefgirtin.

Derdora 500 ton ard li vê depoyê de hebû. Di encama êrişê de nêzî 100 ton ard şewitiye. Niha jî karker ardên şewitî vediqetînin ku zerer negihîjê ardên din.”

PÊŞÎ LI KOMKUJIYÊ HAT GIRTIN

Nebîle Mihemed destnîşan kir ku di depoya ard de 15 karker dixebitîn û got: “Ji ber dewleta Tirk di şerê xwe de qelse êrişî pêdiviyên civakê dike. Her tiştê ku jiyan pê debara xwe dike hedef digre. Em ji bo dabînkirina pediyên gelên xwe xebatên xwe bidomînin.”

ANHA