Bîr û xezaneyên sotemeniyê yên Ûdê tên bombebarankirin

Balafirên şer û bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker bîr û xezaneyên sotemeniyê yên li derdora stasyona Ûdê ya li bajarê Tirbespiyê bombebaran dikin.

Bîr û xezaneyên sotemeniyê yên Ûdê tên bombebarankirin
Bîr û xezaneyên sotemeniyê yên Ûdê tên bombebarankirin
24 cotmeh, 2024   19:11
QAMILŞO

Artêşa Tirk a dagirker bi rêya balafirên bêmirov û şer bîr û xezaneyên petrolê yên li bajarê Tirbespiyê bombebaran dike.

Beriya çend kêliyan balafireke bêmirov a dewleta Tirk bîreke din li derdora stasyona Ûdê ya petrolê bombebaran kir. Di encamê de bîr bi temamî hat wêrankirin.

Ji danê nîvro ve ev cara 9ʹan e derdora stasyonê tê bombebarankirin.

(fr)

ANHA