Bi çekên giran gundên kantona Efrîn û Şehba tên topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de bi çekên giran gundên kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Bi çekên giran gundên kantona Efrîn û Şehba tên topbarankirin
24 cotmeh, 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên nûçegihanên me ji herêmê dane, di van kêliyan de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi çekên giran gundên kantona Efrîn û Şehba topbaran dikin.

Artêşa dagirkeriyê derdora kampa Serdemê(ku tê de koçberên Efrînê hene) ya li gundê Til Sison jî topbaran kir.

(fr)

ANHA