Komkara Erebî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir

Komkara Erebî 2 civîn li ser asta wezîrên karên derve li dar xist. Di wan civînan de, bombebarana Îranê ya li ser Hewlêrê û aloziya di navbera Etiyopya û Somalî de gotubêj kirin.

Komkara Erebî êrişa li ser Hewlêrê şermezar kir
18 ÇILE, 2024   11:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Komkara Erebî bombebarana Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar kir. 

Li gor Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Komkara Erebî diyar kiriye ku Îran berpirsê encamên vê binpêkirina xeternake ku heke dubare bibe ku dê aştiya û ewlehiya li herêmê bi giştî têk bibe.

Li gor daxuyaniya Wezareta Derva ya Iraqê Komkara Erebî teqezî bi yekitî û serdestiya Iraqê li hember êrişan kiriye û ji mafê Iraqê ye wek endameke damezrîner a Komkarê û NY`yê, serî li rêbazên dîplomasî û qanûnî bide ji bo ku bersiva van binpêkirinan bide.

Li gor ragihandina desthilata Başûrê Kurdistanê, di encama êrişa li ser derdora balafirgeha navneteweyî ya Hewlêrê êvara duşemê de ku Pasdarên Îranê girte ser xwe, 4 sivîl hatin kuştin û 6 din jî birîndar bûn.

Têkildarî heman mijarê, sekreterê giştî yê Komkara Erebî Ehmed Ebû El Xeyz lihevkirina di navbera Etiyopa û Somalîland de şermezar kir û bi "darbekirina rêgezên erebî û afrîkî " bi nav kir.

Ebû El Xeyz di civîna awarta ya wezîrên karên derve ya dewletên Ereban de ku çarşemê onlin li dar ketiye got: "LIhevkirin, prensîbên erebî, afrîkî û navneteweyê binpê dike. Li dijî qanûn û lihevkirinên navneteweyî ye." 

Ebû El Xeyz di axaftina xwe de lihevkirinên li dijî serdestiya Somalî red kir.

(şx)