Êrişên dewleta Tirk li ser tedbîrên ewlehiyê yên parastina girtîgehan gef in

Nivîsgeha Edalet û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bang li hêzên navneteweyî û hêzên têkoşîna li dijî DAIŞ`ê kir ku li hember tengavkirina hewldan û xebatên sererastkirinê û tedbîrên ewlehiyê yên ji bo parastina girtîgehên DAIŞ`ê hatine girtin, bêdeng nemînin.

Êrişên dewleta Tirk li ser tedbîrên ewlehiyê yên parastina girtîgehan gef in
18 ÇILE, 2024   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniya nivîskî ya Nivîsgeha Kar û Barên Edaletê û Çaksaziyê ya Rêveberiya Xweser, weşand. 

Di daxuyaniyê de îşaret bi bandora êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser têkoşîna li dijî DAIŞ`ê û bidawîkirina wê, hate kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:  "Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê, girtîgeha Sîna ya Hesekê hate hedefgirtin, ev êriş bi awayekî neynî bandor li ewlehiyê dike û hewldanên çaksazkirinê û tedbîrên ewlehiyê ji bo parastina girtîgehên DAIŞ`ê asteng dike, rê li pêşiya tevliheviyê vedike nemaze ku agahî hene terorîst amadekariyan dikin ku sûcê ji êrişên dewleta Tirk bigirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate got: "Em bang li civata navneteweyî û hêzên têkoşîna li dijî rêxistinên terorîst dikin ku helwesteke cidî li hember êrişan û encamên wê, nîşan bidin. Ji bo ku DAIŞ`ê sûdê ji rewşê negirin hevgirtin pêwîst e. Li gel ku em gihaştine pêvajoyeke girîng di têkoşîna li dijî tundrewiyê û îdeolojiya rêxistina terorîst de, dewleta Tirk bi êrişan, dixwaze şert û mercên guncew ji DAIŞ`ê re peyda bike ji bo ku xwe ji nû ve bi rêxistin bike. Em destnîşan dikin ku gef û xetereyên DAIŞ`ê ne bi erdnîgariyekê sînordar in, lê belê wê bi awayekî mezin bandor li ewlehiya herêmê, cîhanê bike û wê li ser destkeftiyên hatine bidestxistin gef be."

(şx)

ANHA