Gereke din a Astanayê li dar dikeve

Li gor çavkaniyên dîplomatîk dê hefteya bê aliyên Astanayê bicivin, lê cihê lidarxistina civînê aşkera nekirin.

Gereke din a Astanayê li dar dikeve
18 ÇILE, 2024   11:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor rojnameya El Watan a nêzî hikumeta şamê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên dîplomasî, aliyên Astanayê wê hefteya bê li hev bicivin. 

Heman çavkaniyan, diyar kirin ku amadekariyên dsetpêkirina gera 21`an a Astanayê temam bûne û çaverê ye ku 23-24`ê Çileyê li dar keve û cîgir û wezîrê karên derve Besaam Sebax dê serokatiya şandeya hikumeta Şamê bike.

Rojnameyê cihê li darxistina civînê aşkera nekir.

Lê belê Kazegistanê vê sibê pêşniyar kir ku ev ger bi dawî bibe ji ber ku "danûstandin armancên xwe bi dest xistine". Lê belê Rûsyayê jî israr kir ev ger berdewam bike.

(şx)