Komîteya sostemeniyê ya Hesekê girîngiyê dide beşên xizmetguzariyê

Komîteya sotemeniyê ya bajarê Hesekê xebatên xwe yên berdewamkirina xizmetguzariyên bingehîn dewam dike, girîngiyê dide firnan, jenatoran û bîrên avê. Ev gav bi armanca parastina aramiya jiyana rojane ya şêniyan e.

Komîteya sostemeniyê ya Hesekê girîngiyê dide beşên xizmetguzariyê
25 ÇILE, 2026   13:13
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM-BOTAN HISÊN

Ji ber êrişên çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê seferberiyek giştî hat ragihandin. Li kêlek seferberiyê, saziyên xizmetguzariyê yên li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê xebatên xwe yên peydakirina pêdiviyên şêniyan weke sotemenî dewam dikin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Komîteya Sotemeniyê ya Hesekê Berzan Hec Mihemed diyar kir ku komîteyê tevahî xebatên xwe xistiye xizmetî saziyên ximzetguzariyê yên bajêr, nexasim jî beşên li bajêr ên rasterast bi jiyana welatiyan a rojane ve girêdayî ne.

Hec Mihemed got: "Xebata me di komîteya sotemeniyê de, bi taybet di beşa xizmetguzariyan de weke firnên giştî, jenetor, firnên siyahî û tankar û cihên avê berdewam dikin."

Hec Mihemed diyar kir ku ji nava tedbîrên hatine girtin, sotemenî li jenatorên kehrebê dibe bajêr hatin belavkirin, da ku saetên dayîna kehrebê werin zêdekirin. Kehrebe li şûna 8 saetan 14 saetan li bajêr heye.

Hec Mihemed da zanîn ku çaverê bû beşek din a mazotê li ser şêniyan digel van rewşên hewayê yên sar de bihata belavkirin, lê ji ber seferberiya giştî komîteyê mîqdareke mezin a sotemeniyê li saziyên xizmetguzariyê belav kirin.

(fr)

ANHA