Parlamentoya Iraqê bi Wezareta Parastinê û Navxweyî re kom dibe

Parlamentoya Iraqê ragihand ku bi beşdariya Wezareta Parastinê, Wezareta Navxweyî û Serokê Dezgeha Ewlekariyê têkildarî amadekariya hêzên li ser sînorê li gel Sûriyeyê, civînek dê were lidarxistin.

Parlamentoya Iraqê bi Wezareta Parastinê û Navxweyî re kom dibe
25 ÇILE, 2026   13:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Di demek ku hikûmeta Colanî bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehan berdane, ji ber fikar û metirsiyên çeteyan lîv û tevgerek zêde li ser sînorê Iraq û Sûriyeyê heye.

Parlamentoya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku bi beşdariya Wezîrê Parastinê Sabit Ebbasî, Wezîrê Karên Hindir Ebdulemîr Şemerî û Serokê Dezgeha Ewlekariyê, têkildarî rewşa amadekariyên ewlekariya li ser sînorê Iraq-Sûriyeyê Parlamento wê kom bibe.

Hêjayî gotinê ye, Amerîkayê dest bi veguhestina çeteyên DAIŞ’î yên li girtîgehên Sûriyeyê ji bo girtîgehên li Iraqê kiriye. Li aliyê din jî artêşa Iraqê li gel Heşda Şebî hêzek mezin û çekên giran li ser sinorê navbera Iraq û Sûriyeyê bicih kiriye. Di rojên borî de jî CENTCOM’ê ragihandibû ewê 7 hezar çeteyên DAIŞ’î yên di girtîgehên li Sûriyeyê de ji bo Iraqê veguhêzin.