Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin

Ciwanên ji Başûrê Kurdistanê yên tev li seferberiya giştî bûne diyar kir ku berxwedana ku îro gelê Rojava dike berxwedana parastina xaka Kurdistanê û gelê Kurd e "Ji erka me ye weke gelê Kurd em piştevaniya vê berxwedana pîroz bikin. Ger em îro li hember van êrişan nesekinin wê li tevahî Kurdistanê êriş çêbibin."

Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
Ciwanên Başûr: Ger em îro êrişên dijmin têk nebin wê li tevahî Kurdistanê belav bibin
25 ÇILE, 2026   13:26
QAMIŞLO

Gelek komên ciwanên ji Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiya giştî, bi karewanan derbasî Rojavayê Kurdistanê û li bajaran belav bûn. 

Ciwanên Başûr ên tev li seferberiyê bûne li eniyên şer li kêlek YPJ, YPG û QSDˊê di mewziyan de cihê xwe girtin.

Ji ciwanên Başûrê Hîwa Elî got: "Em ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji bo piştgiriya Rojava, birayên xwe û gelê Kurd, tev li seferberiyê bûn. Îro li vir cenga parastina hebûnê li hember hemleyên qirkirinê yên li dijî Kurdan heye."

Elî diyar kir ku "Berxwedana ku îro gelê Rojava dike berxwedana parastina xaka Kurdistanê û gelê Kurd e. Ji erka me ye weke gelê Kurd em li hember hemleyên qirkirinê piştevaniyê bidin vê berxwedana pîroz. Ger em îro li dijî van êrişan nesekinin û me planên dijmin neşikandin, wê demê wê li tevahî parçeyên Kurdistanê di serî de jî li Herêma Kurdistanê, belav bibe."

Hîya bang li tevahî gelê Kurd ê li seranserî cîhanê kir ku bi lez tev li berxwedana Rojava bibin, bikevin xendekên şeref û rûmetê, parastina hebûn, dîrok û xaka xwe li hember planên dijmin bikin.

(fr)

ANHA