Koçberên Efrînê: Dorpêça hikumeta Şamê têkoşîna me têk nabe

Koçberên Efrînê yên li Şehbayê diyar kir ku ew heta vegera li Efrînê bi bijarteya berxwedanê û domandina têkoşînê ve girêdayî ne û li hember siyasetên dorpêçê serî natewînin.

Koçberên Efrînê: Dorpêça hikumeta Şamê têkoşîna me têk nabe
Koçberên Efrînê: Dorpêça hikumeta Şamê têkoşîna me têk nabe
20 sibat 2024   05:33
ŞEHBA

Ev 6 sal e hikumeta Şamê li ser kantona Efrîn û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dorpêçeke giran dide meşandin. Di encama dorpêçê de derbaskirina madeyên sereke ji bo şêniyan û koçberên Efrîna dagirkirî hatiye qedexekirin.

Koçberan diyar kir ku hêzên hikumeta Şamê hewl didin bi rêya dorpêçê îradeya wan a rizgarkirina Efrînê û vegera li warê xwe têk bibin.

Koçber Luqman Hesen siyasetên hikumeta Şamê li hember şêniyên herêmê û koçberan rexne kirin û got: "Tevî dorpêçê û bêdengiya civata navneteweyî em dev ji Efrînê bernadin. Bi ruhê berxwedan û têkoşînê em ê xebata xwe heta vegera li Efrînê bidomînin û em serî ji tu aliyê re natewînin."

Hesen bêdengiya navneteweyî ya li hember dorpêçê û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û destnîşan kir ku dewletên ku li qada Sûriyeyê rol dilîzin li gor berjewendiyên xwe kar dikin.

Roşeng Sîno der barê heman mijarê de got: "Em ji 7 salan de ji ber dorpêçê zehmetiyan dikişînin. Em gelê Efrînê bêdengiya navneteweyî ya li hember van kiryaran qebûl nakin."

Roşeng diyar kir ku dorpêç bandorê li baweriya wan a bi doza wan nake û ew ê têkoşînê heta rizgarkirina xaka dagirkirî bidomînin.

Hecî Murad jî teqezî bi domandina berxwedan û têkoşînê heta vegera li Efrînê da.

(mh)

ANHA