Koalîsyona Erebî-Ewropî ji bo çareseriya Filistîn û Îsraîlê hat ragihand

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdiyê ragihand ku Erebistana Siûdî tevî hin welatên Ereban û Ewropayê “Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêkanîna çareseriya du welatan" ava kir.

Koalîsyona Erebî-Ewropî ji bo çareseriya Filistîn û Îsraîlê hat ragihand
27 îlon, 2024   12:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh civîna xwe ya 97’an li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê li dar xist. Wezîran li ser mijara Filistînê û hewldanên aştiyê nîqaş kirin.

Di civînê de wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan ragihand ku "Bi navê welatên Ereban û yên îslamî û hevkarên ewropî, ‘Koalîsyona Navneteweyî ji bo pêkanîna çareseriyê her du dewletan’ ava bûye.”

Feysel Bin Ferhan bal kişand ser şerê Îsraîl û Hemasê û got: "Xweparastin bi qetilkirina bi deh hezaran sivîlan, wêrankirina sîstematîk, koçberkirina bi darê zorê, bikaranîna birçîkirinê wek amûreke şer, bi sorkirin û tecrîdkirina mirovan, bi îşkenceya herî hovane, tundiya zayendî mimkun nîn e. Di van rojan de em şahidên rageşiyeke herêmî ya xeternak a li ser Komara Lubnanê ya dost in. Ev rageşî jî me bi ber xetereya rûdaneke herêmî ve dibe ku herêma me û tevahî cîhanê tehdît dike.”

Feysel Bîn Ferhan banga rawestandina şer û tevahî binpêkirinên li dijî qanûnên navnetweyî û hesabpirsîna ji astengdarên aştiyê kir.

Ferhan bi domdarî got: "Em spasiya dewletên ku vê dawiyê Filistîn qebûl kiriye, dikin. Em bang li tevahî dewletan dikin ku bi cesaret bin, heman biryarê bidin û tev li koma navneteweyî ya 149 dewletan bibin ku Filistîn qebûl kiriye. Pêkanîna çareseriya her du dewletan çareseriya herî guncaw a şikandina xeleka şer û êşê ye û pêkanîna rewşeke nû ye ku Îsraîl jî di nav de, tevahî welatên herêmê di nava ewlehî û pêkvejiyanê de bijîn."

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî di dawiya axaftina xwe de got: “Bi navê dewletên erebî û îslamî û hevkarên ewropî em îro ‘Koalîsyona Navneteweyî ya ji bo çareseriya her du dewletan’ radigihînin. Em bang li we dikin ku beşdarî vê koalîsyonê bibin. Em teqez dikin ku dê ji bo pêkanîna rêgeheke jêbawer û bêyî jêveger a aştiyeke adil û giştî di nava hewldanan de bin.”

(bb)