Keça Sirri Sureyya Onder: Rewşa bavê min îro baştir e

Keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemir ku dema Serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan serdana bavê wê kir, diyar kir ku wê bavê xwe dîtiye û rewşa bavê wê îro baştir bûye.

Keça Sirri Sureyya Onder: Rewşa bavê min îro baştir e
17 nîsan, 2025   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ku qirîza dil derbas kir 2 roj in li nexweşxaneyeke taybet a li Stenbolê tê dermankirin. 

Sirri Sureyya Onder ji dûh vê di beşa lêneherîna awarte de ye û rewşa wî ya xeternek berdewam dike. Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir û gelek parlamenterên DEM Partiyê jî li nexweşxaneyê ne.

PARTİYA SEADETÊ SERDANA SİRRİ SUREYA ONDER KİR

Ji duh vê serdanên partiyên siyasî, saziyên sivîl û hunermendan li nexweşxaneyê berdewam dikin. Partiya Seadetê jî li nexweşxaneyê serdana Sirri Sureyya Onder kir û li vir bi bijîşk û hevserokên DEM Partiyê re hevdîtin kir. Serokê Partiya Saadetê Mahmût Arikan bi lêv kir ku ew ji bo Sirri Sureyya Onder dûayan dikin û hevî dikin di demeke nêz de baş bibe.

REWŞA SİRRİ SUREYA ONDER BER Bİ BAŞBÛNÊ VE DİÇE

Keça Sirri Sureyya Onder, Ceren Onder Kandemîr jî diyar kir ku wê bavê xwe dîtiyê û rewşa wî ber bi baş bûne vê diçe û ew bi bawer in ku dê bavê wê dê baş bibe. Piştî hevdîtinê Mahmût Arikan daxuyanî da û anî ziman ku Sirri Sureyya Onder di dema tenduristiyê xwe de xwestiyê hemû derdoran bîne ba hev û di nexweşiya wî de jî hemû derdor hatinê serdana wî û got ku em hevî dikin ku Sirri Sureyya Onder baş bibe û bi hev re aştiye pêk bînin.