Kanala El Mesîra: Hêzên DYA û Brîtanyayê rojavayê Yemenê bombebaran kir

Artêşa DYA’yê ragihand ku moşekeke li dijî keştiyan ku ber bi Deryaya Sor ve hatibû avêtin, bê bandor kiriye. Televîzyona girêdayî Hûsiyan El Mesîra jî ragihand ku hêzên DYA û Brîtanyayê rojavayê Yemenê bombebaran kiriye.

Kanala El Mesîra: Hêzên DYA û Brîtanyayê rojavayê Yemenê bombebaran kir
27 ÇILE, 2024   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku moşekeke ku Hûsiyan amade kiribû biavêjin Deryaya Sor, bê bandor kiriye. Her wiha ragihand ku Hûsiyan roja înê êvarê, moşekek avêtiye tankereka ‘Marilyn Luanda’ ku li Kendava Edenê bû û di encamê de zirar lê bûye.

Kanala El Mesîra ya girêdayî Hûsiyan jî ragihand ku hêzên DYA û Brîtanyayê 2 caran herêma Res Îsa ya parêzgeha Hudeydayê ya li rojavayê Yemenê bombebaran kiriye.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) li ser hesabê xwe yê X’ê wiha nivîsî: “Hêzan, moşeka ji herêmên di bin kontrola Hûsiyan de derketiye diyar kir û biryar da ku li ser keştiyên bazirganiyê û berjewendiyên DYA’yê gef e, ji ber wê, di çarçoveya xweparastinê bombebaran kir."

Di daxuyaniyeke cuda de CENTCOM`ê ragihand ku li dijî keştiya Marilyn Luanda ku li serê ala giravên Marshallê hebû, bang kiriye û ragihandiye ku zirar lê bûye. Fermandariyê diyar kir ku keştiya USS Carney (DDG64), keştiyên din ên girêdayî koalîsyonê bi hawara keştiyê de çûne û alîkarî jê re pêşkêş kiriye.

Hûsiyan jî duh ragihand ku hêzên deryayî li dijî keştiya Marilyn Luanda li Kendava Edenê êriş pêk aniye û di encamê de şewat di keştiyê de çêbûye.

Berdevkê leşkerî yê Hûsiyan Yehya Serî got: "Hêzên me gelek moşekên deryayî bi kar anîne, êriş rasterast bû."

(şx)