Jin û zarokên DAIŞ`ê êriş rojnamevanan dikin

Jin û zarokên DAIŞ`ê êriş tîmên rojnamevanan kirin ku Operasyona "Mirovî û ewlehiyê" dişopînin.

Jin û zarokên DAIŞ`ê êriş rojnamevanan dikin
27 ÇILE, 2024   12:26
HESEKÊ

Nûçegihanên me li Kampa Holê ragihandin ku jin û zarokên DAIŞ`ê yên di nav kampê de êriş tîmên rojnamevanan dikin ku operasyonê dişopînin.

Jinan û zarokên DAIŞ`ê yên di beşa pêncan a kampê de, kevir avêtin rojnamevanan û bi amûrên tûj êriş rojnamevanan kirin. Di encamê de nûçegihanê Ronahî TV Silêman El Tawîl birîndar bû.

(şx)

ANHA