Banga Esma Ayaz ji girtîgeha jinan a şakranê

Esma Ayaz a 23 sal in girtiye bi çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiriye bang li gel, li nivîskar, rewşenbîr, hunermanda kir ku tiştên dikeve ser milê xwe bi cih bîne."

Banga Esma Ayaz ji girtîgeha jinan a şakranê
27 ÇILE, 2024   11:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Esma Ayaz a 23 sal in li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtiye piştgiriyê dide pêngava dest pê kiriye û di greva birçîbûnê de ye. Esmaya bi rêya malbata xwe peyam şand wiha got:"Ez bang li hemû gelî dikim. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê me û ji bo çareseriya meseleya kurd ji 27'ê Mijdarê de ye em di greva dorveger de ne. Niha ez û hevala Fatma Reşat Fido di greva birçîbûnê de ye. Ez bang li gel, li nivîskar, rewşenbîr, hunermanda dikim. Bila her kes tiştên dikeve ser milê xwe bi cih bîne. Ji bo Kurdistana azad û Tirkiyeya demokratîk em deng bidin girtiyên azadiyê. Em silavên xwe ji hevalên li qadan e dişînin. Em hêvî dikin em ê encameke baş bi dest bixin."