Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Minbicê bi hevkariya gelek jinan dest bi berhevkirina zeytûnan kir.

Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin
Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin
Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin
Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin
Jinên Minbicê zeytûnan berhev dikin
10 kanûn, 2023   14:50
MINBIC

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Minbicê bi hevkariya gelek jin û endamên rêxistinên jinan ên bajêr di çarçoveya projeya çandiniyê de dest bi berhevkirina jinan kir.

Di projeya çandiniyê ya taybet bi Komîteya Aboriyê ya Jinan a Minbicê de 350 darên zeytûnê, cureyên din ên daran; tirî, henar, gûz û hejîr hene û rûbera wê 2 hektar e û li ser rêya Muhterq e.

Armanc ji vê projeyê aboriya serbixwe ya jinan pêk were û rola jinan di tevahî saktoran de were geşkirin.

Di saetên sibehê de jinên Minbicê berê xwe da nava zeviya zeytûnan ku berhemên wê berhev bike. Der barê mijarê de endama Mala Jinê Emîne El Cerah got ji bo pêkanîna aboriyeke serbixwe girîngî bi hevkarî û hevgirtinê heye.

Emîne anî ziman ku îsrara jinê çeka wê ya rizgariya ji pergalên koletiyê ye û dê kedkariya jinê, wê bigihîne astên bilind.

Li aliyekî din jî endama Komîteya Aboriyê ya Jinan Ayşe Dawûd hevgirtin û însiyatîfa jinên Minbêcê ji bo berhevkirina zeytûnan silav kir û got ji ber ku îsal baran kêm barî, ew di berhevkirinê de derneg man.

Ayşe diyar kir ku dahata vê projeyê dikeve sendoqa komîteyê û ew jî projeyên aboriyê yên jinan û pêkanîna serxwebûna wan ên aboriyê vedike.

(fr)

ANHA