Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir

Xelkê Reqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, şehîd Ebdullah Selîm El Şewax li goristana şehîdan oxir kir.

Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
Xelkê Reqayê şehîd Ebdullah El Şewax oxir kir
10 kanûn, 2023   15:03
REQA

Bi sedan xelkê Reqa û gundewarên wê, endamên saziyên sivî û leşkerî, endamên Meclisa malbatên Şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran di merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Ebdullah El Şewax de beşdar bûn.

Ebdullah El Şewax di 7′ê Kanûnê de li Reqayê dema li ser erka xwe bû, şehîd bû.

Di merasîmê de endamê rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Ebdulqadir El Şafî axivî û sersaxî da malbata şehîd.

El Şafî wiha domand: "Em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin ku di oxira parastina vî welatî de canê xwe da."

El Şafî di dawiyê de soza şopandina rêça şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Li ser navê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê endama Komîteya Perwerdê ya meclisê Foza El Hemod axivî û got: "Em ê xaka xwe ji qirêjiya terorê rizgar bikin. Em soz didin şehîdan em ê heta pêkanîna armancên wan şopdarê rêya wan bin."

Li aliyekî din jî hevserokê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Mihemednûr El Dîb axivî û got: "Destpêkê em sersaxiyê ji malbata şehîd re dixwazin û sersaxiyê ji hevrêyên şehîd ên Hêzên Ewlekariya Hundirîn dixwazin."

El Dîb wiha domand: "Em li vî cihî pîroz dibêjin em li ser soza xwe ne û em ê rêya şehîdan dewam bikin. Ne ji fedakariyên şehîdan bûya em li vî cihî nedisekinîn û me Rêveberiya Xweser ava nedikir."

Piştre wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Şehîd bi diruşmên ′Şehîd namirin′ li goristana şehîdan a li gundê Hikumiye hate oxirkirin.

(fr)

ANHA