Delegesyona Jinan a Navneteweyî  serdana Komeleya Dema Jinan kirin

Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên rêxistinên civakî pêk tê, çû serdana Komeleya Dema Jinan.

Delegesyona Jinan a Navneteweyî  serdana Komeleya Dema Jinan kirin
10 kanûn, 2023   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Şandeya Delegesyona Jinan a Navneteweyî ya ji 7 kesên hiqûqnas, parlamenter, ekolojîst, nûnerên rêxistinên civakî pêk tê do hat Tirkiyeyê û çû serdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê, Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Dayikên Şemiyê, Jin bi hev re bi hêz in. Şandeyê bi serdanên xwe bal kişand ser tecrîd, binpêkirina mafên li girtîgehan û îro jî çû serdana Komeleya Dema Jinan.

Seroka komeleyê Dîlek Başalan û endamên komeleyê şande li avahiya xwe ya Beyogluyê pêşwazî kirin. Serdanê bi hevnaskirinê dest pê kir. Piştre endama komeleyê Newroz Unverdî behsa armanca avakirina komeleyê û xebatên ji bo jinên kurd dimeşînin kir.

Newrozê di heman demê de anî ziman jinên kurd bi zimanê xwe yê dayikê nikare bigihêje her mekanîzmayê û got komeleya wan di vî warî de jî xebatan dimeşîne.

Seroka komeleyê Dîlek Başalan behsa têkoşîna hevpar a tevgera jinên kurd û tevgera femînîst a li Kurdistan û Tirkiyeyê kir. Başakê got jin li dora dirûşma "Jin jiyan azadî" hatine gel hevdu.

Komeleyê çenteyên li ser nivîsên "Jin jiyan azadî" ya bi 10 zimanan diyarî endamên şandeyê kir û serdan bi dawî bû.