Çalakvanekî siyasî: Hêzên navneteweyî bi bêdengiyê dibin tevkarên qetilkirinê

Çalakvanê siyasî Feysel Xelîfe diyar kir ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin hevkarên sûc û pêkanênên li dijî Sûriyeyan û got, bêdengî dihêle ku nexşerêya siyasî û demografî ya Sûriyeyê li esasê mezhebî û etnîkî bê guhertin.

Çalakvanekî siyasî: Hêzên navneteweyî bi bêdengiyê dibin tevkarên qetilkirinê
16 ÇILE, 2026   06:45
SIWÊDA

Çalakvanê siyasî Feysel Xelîfe yê ji Siwêdayê têkildarî bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî sûcên çeteyên hikumeta demkî yên li dijî pêkhateyên gelê Sûriyeyê, bi taybetî êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê dikin û dorpêça li ser Siwêdayê ji ajansa me axivîn.

Feysel Xelîfe anî ziman ku hêzên navneteweyî bi bêdengiya xwe dibin tevkarên sûcên li dijî Sûriyeyan û got: "Ev bêdengî dihêle ku nexşeya siyasî û demografî ya Sûriyeyê li ser esasê mezhebî û etnîkî were guhertin."

Xelîfe hişyarî da ku berdewamkirina binpêkirinan metirsiyan li ser yekbûna welat çêdike  û sunnî jî di nav de tevahî pêkhateyên wê rû bi rûyê xetereyan dihêle ku demeke dirêj dewam bikin.

Feysel Xelîfe banga parastina sivîlan ji binpêkirinên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir û got, "Divê zext li ser hikumetê were kirin û yekser mudaxle were kirin. Divê hesab ji hikumetê were pirsîn ji ber ku peymanên navneteweyî yên bi armanca jinûve avakirina Sûriyeyê binpê bike. Divê tevahî sûriyeyî beşdarî rêvebirina welat bibin û kesên biyanî jî werin dûrxistin."

Feysel Xelîfe destnîşan kir ku hêzên navneteweyî berpirsên binpêkirinên ku rojane li dijî Sûriyeyan têne kirin in.

(b)

ANHA