Jinan banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kir

Jinan banga rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî kir.

Jinan banga rakirina tecrîda li dijî Rêber Apo kir
21 kanûn, 2025   10:39
HESEKÊ
HENAR ÎBRAHÎM

Jinên beşdarî meşa li Hesekê ya bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibûn, ji ajansa me re axivîn. Jinan tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û xwestin azadiya wî ya fîzîkî pêk were.

Şukiriye Hisên a ji bajarê Hesekê got, keda ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya jinan û zanekirina wan daye nayê jibîrkirin.

Şukiriye bal kişand ser banga Aştî û Civaka Demokratîk ku ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve hatiye kiriye û got, veguherîna têkoşîna leşkerî bo têkoşîna siyasî gaveke dîrokî ya bêhempa ye.

Şukiriye Hisên diyar kir ku ji ber têkoşîna wî ya parastina mafên jinan, divê ne tenê jinên Kurd, lê di heman demê de tevahî jinên cîhanê daxwaza azadiya wî ya fîzîkî bikin.

Reca Mihemed a ji bajarokê Sêgira yê Dirbêsiyê  jî destnîşan kir ku jin  li tevahiya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê dikin û dê heya azadiya wî ya fîzîkî bi biryardarî tê bikoşin.

Fatima Keleş a ji bajarê Dirbêsiyê anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan azadiya tevahiya civakî ye û got, tevî ku Rêbertî bi dehan salan ragirtî ye, lê ramanên wî di hiş û têkoşîna jinan de ne.

Fatima Keleş li dijî tecrîda li ser jinan banga yekitiyê li jinan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî "Têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan ne ji bo Kurdan tenê ye, lê ji bo mafên tevahî pêkhateyan e."

(b)

ANHA