Şerê li sînorê Tayland-Kamboçyayê: Bi sed hezaran kes koçber bûn

Ji ber pevçûnên giran ên li ser sînorê bi Taylandê re, zêdekirî 500 hezar kes ji Kamboçyayê koçber bûne. Di heman demê de bi sed hezaran kesên din jî Taylandê koçber bûn.

Şerê li sînorê Tayland-Kamboçyayê: Bi sed hezaran kes koçber bûn
21 kanûn, 2025   10:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Hundir a Kamboçyayê ragihand ku di du hefteyên borî de ji ber pevçûnên giran ên li ser sînor ên bi Taylandê re, zêdetirî nîv mîlyon kes ji malên xwe derketine. Wezaretê daxuyand ku ev pêla koçberiyê yek ji mezintirîn pêlên koçberiyê ye di van salan de li welat çêbûye.

 Wezaretê bi daxuyaniyekê da zanîn ku jin û zarok jî di nav de, zêdetirî nîv milyon Kamboçyayî yên ji ber şer neçar man ku mal û dibistanên xwe biterikînin bi şert û mercên jiyanê yên dijwar re rû bi rû ne.

 Wezaretê destnîşan kir ku hejmara kesên ku koçber bûne gihîştiye 518 hezar û 611 kesan.

 Rayedarên Taylandê jî ragihandin ku nêzîkî 400 hezar kes li Taylandê ji ber dijwarbûna pevçûnên li ser sînorê di navbera her du welatan de koçber bûne.

Li gorî daxuyaniyên fermî,  di encama şerê vê mehê de ku tank, dron û topên giran hatin bikaranîn, herî kêm 22 kes li Taylandê û 19 kes li Kamboçyayê hatin kuştin.

Sedema şerê dîrokî yê di navbera her du aliyan de diyarkirina sînorê bi qasî 800 kîlometreyî ye. Her wiha nakokiya li ser perestgehek kevnar a li herêma sînorî ya nakok e. Her du alî hevdu bi destpêkirina şer û hedefgirtina sivîlan tawanbar dikin.

(b)