Li Afrîkaya Başûr êriş: 10 kuştî

Li nêzî bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr di êrişeke çekdarî de 10 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li Afrîkaya Başûr êriş: 10 kuştî
21 kanûn, 2025   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Afrîkaya Başûr îro ragihand ku çekdaran li bajarekî nêzîkî paytext Johannesburg 10 kuştin û 10 kesên din birîndar kirin.

Polîsan bi daxuyaniyekê dane zanîn ku hin kes bi awayekî bêserûber li kolanan ji hêla çekdaran nenas ve hatine gulebaran kirin.

Li gorî polîsan, di 6’ê kanûnê (2025) de çekdaran li Pretoriayê êrişî malek karkeran kirin, zarokekî 3 salî di nav de 11 kes kuştin.

 Li gorî daneyên polîsan, li welatê ku nifûsa wî 63 milyon e, ji Nîsanê heta Îlonê ve rojane nêzî 63 kesan ji ber tundiyê jiyana xwe ji dest dane.

(b)