Pênase, sazûmanî û armancên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk

Ji destpêka salê ve, birêxistinbûneke civakî ya nû li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk hate avakirin ku diyarkirina siyasetên guncaw ji bo avakirina civakeke zana û demokratîk ji erkên wê ne.

Pênase, sazûmanî û armancên Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk
12 nîsan, 2024   03:45
REQA

31`ê Çileyê Kongreya Damezirîner a Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma “Bi hêza civaka birêxistinkirî dê demokrasî, azadî û edaleta civakî were sepandin" hate lidarxistin. Lê 29`ê Adarê di civîna yekemîn a Meclisa Giştî de, navê konfederasyonê hate guhertin û bû Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk.

Ji bo şîrovekirina erk û xebatên konfederaliyê, hevserokê wê Cîhad Hesen ji ajansa me re axivî.

Cîhad Hesen got: "Di çarçoveya hewldanên pêşxistina birêxistinbûna li herêmê de û ji bo pêkanîna hêviyên civakê, konfederalî hate avakirin."

KONFEDERALÎ ÇI YE?

Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sîwanek e ku komele û rêxistinên xêrxwaziyê, yekitiyên pîşeyî, rêxistinên jinan û ciwanan hembêz dike. Di diyarkirina siyasetan de ji bo avakirina civakeke zana û demokratîk li ser bingeha fikrên civaka exlaqî û siyasî, xurtkirina xebatên dilxwazî û xêrxwaziyê, roleke çalak dilîze.

Cîhad Hesen destnîşan kir ku konfederalî, bersiva taybetmendiya herêmê ye û parastina têkiliyên di navbera pêkhateyên wê de û pêşxistina wê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: "Berê, dewletê ev yekitî û komele bi kêfa xwe bi nav dikirin û bi xwe ve girê didan."

Hesen wiha domand: "Ji bo herêmê, konfederalî gelekî guncaw e û li gorî rewşa rêxistinî ya civakî ya li herêmê ye ku li ser bingeha komînal û meclisên rêveber ên kantonan ava bûye. Ev rêxistin, berê bi navê civaka sivîl dihat navandin, lê belê birêxistinbûn tune bû. Di encama rewşên awarte û bilez de ji bo meşandina kar û barên civakî hatibûn avakirin."

ARMANCA KONFEDERALIYÊ

Pêşxistina pirrengiyê, azadiyê û demokrasiyê di nava beşên civakê de, birêxistinkirina nirxên exlaqî, civakî û siyasî yên pêkhateyan û rêxistinên civakî, pêşxistina civakê li ser bingeha demokrasiyê, parastina hawîrdorê û azadiya jinan, ji armancên konfederaliyê ne.

Li gorî Hesen, ji nû ve sepandina têgeha hişmendiya wekheviyê û azadiyan li ser bingeha azadiya tekakesî û civakî, parastin û pêşxistina mafan û berjewendiyên demokratîk, civakî, siyasî, çandî, aborî û pîşeyî di tevahî sektorên jiyana hiqûqî ya endaman û karmendan de, avakirina tîmên hevgirtinê û rêxistinên pêwîst, pêşkêşkirina alîkariyan ji bo ku pêdiviyên civakê di rewşa şer, felaket û rewşên awarte de bên peydakirin, ev tev armancên konfederaliyê ne. Da ku li gorî giyanê pêvajoyê bin û bibin bineha avakirina rast a herêmê.

17 rêxistin di bin sîwana konfederaliyê de kar dikin, her wiha gelek yekitî li ser asta kantonan hene û hejmara endamên wan rêxistin û yekitiyan digihêje 500 hezar kesî.

TÊKILIYA DI NAVBERA KONFEDERALIYÊ Û RÊVEBERIYA XWESERIYA DEMOKRATÎK DE

Cîhad Hesen behsa têkiliya di navbera konfederaliyê û Rêveberiya Xweser de kir û got: "Rêveberiya Xweser, rêveberiyeke civakî ye, ji ber wê û li gorî Hevpeymana Civakî, dê nûnerên me di meclisan de hebin ku dê bên avakirin. Yanî em dikarin bêjin ku rêxistin û yekitiyên konfederaliyê dikarin pêşniyaran bikin û biryaran jî bigirin."

Di dawiyê de Hesen destnîşan kir ku têkilî dê li gorî qanûna rêxistina civaka demokratîk be ya ku Meclisa Gelan a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê erê kiriye.

28`ê Adarê civînek hate lidarxistin. Di civînê de navê konfederasyonê hate guhertin û ji bo desteya rêveber 4 endam û ji bo koordînasyona konfederaliyê 29 endam hatin hilbijartin.

(şx)

ANHA