Parêzer: Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo parastina nasnameyê bingeh e

Parêzer Elî Mihemed Iskan destnîşan kir ku perwerdeya bi zimanê dayikê hêza xwendekaran a hînbûnê, çandî, derûnî û civakî bi pêş dixe û banga misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi awayekî destûrî kir.

Parêzer: Perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo parastina nasnameyê bingeh e
25 cotmeh, 2026   02:05
HESEKÊ
BOTAN HISÊN

Daxwazên ji bo misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê dayikê didomin.

Der barê mijarê de parêzer û pisporê mafên çandî û mafên mirovan Elî Mihemed Iskan da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê temsîla doza esasî ya girêdayî nasnameya gelan, giyanê wan ê dîrokî û çandî dike.

Elî Mihemed Iskan diyar kir ku divê perwerdeya bi zimanê kurdî di dibistanan de neyê sînordarkirin û di destûrê de were misogerkirin.

Elî Mihemed Iskan destnîşan ku girîngiya zimanê dayikê ne tenê ji bo wergirtina zanistê ye, ew hêza xwendekaran a perwerdekariyê, çandî, derûnî û civakî pêşdixe, dihêle ku xwendekar fêr bibe, fêm bike, xweîfade bike, nîqaş û analîz bike jî.

Iskan têkildarî sînordarkirina fêrkirina zimanê kurdî di dibistana û çend herêman de hişyarî da û da zanîn ku ev metirsiyên şênî û xwendekaran ên der barê siberoja ziman û nasnameya wan a çandî zêde dike, ev dihêle rewşa perwerdeyê vegera weke di dema beriya aloziya Sûriyeyê.

Iskan axaftina xwe spart hejmareke belgeyên navneteweyî û diyar kir ku gelek belgeyên ku girîngiya perwerdeya zarokan bi zimanê wan ê dayikê dide nîşandan hene, ji wan Peymana Mafên Mirovan de heye.

Iskan da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo parastina nasname û avakirina siberoja xwendekaran bingeh e, dayîna tenê 3 dersan têrê nake, divê ne li gorî helwestên siyasî, li gorî pêdiviyên xwendekara qada perwerdeyê were berfirehkirin.

Elî Mihemed Iskan banga tesbîtkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bi awayekî domdar di destûrê de, ne tenê li herêmên Kurdan, li hemû herêmên li Sûriyeyê kir û got misogerkirina mafê perwerdeya bi zimanê kurdî berpirsyariyeke, divê xebat ji bo wê bên kirin.

Iskan bang li şêniyan kir ku perwerdeya zarokên xwe ya bi zimanê dayikê bidomînin.

(sb)

ANHA