Mamosteyek jin ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin

Mamosteya jin Muna Debax a xelka Sine ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin.

Mamosteyek jin ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin
24 cotmeh, 2026   18:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Saziya Mafên Mirovan a HANA ragihand ku mamosteya zimanê Îngilîzî Muna Debax a ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê piştî hate vexwendin û ji aliyê Dadgeha Şoreş a Sine ve hate girtin.

Muna Debax ji bo Girtîgeha Sine hate veguhestin.

Hate bibîrxistin ku berî niha Muna Debax ji aliyê Liqa Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Sine ve bi hinceta ‘Çalakî û propagandaya dijî dewletê’ cezayê 4 sal û 6 mehan ya girtinê hatibû dayîn.

Muna Debax 26’ê Nîsana 2026’an piştî hêzên Îranê avêtibûn ser cihê wê yê kar hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Sine û piştî 12 rojan bi kefaleta 1 milyon toman bi demkî hatibû azakirin.