‘Dê nekarin çapemeniya azad bê deng bikin’

Rojnamevanan serdegirtina bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê ji aliyê polîsên Belçîkayê ve, şermezar kir û wek siyaseteke plankirî ya ji bo bêdengkirina dengê heqîqetê bi nav kir.

‘Dê nekarin çapemeniya azad bê deng bikin’
24 nîsan, 2024   10:37
QAMIŞLO
EGÎD GABAR

Polîsên Belçîkayê berî 2 rojan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê de girt. Polîsan erkdarê ewlekariyê kelepçe kirin, li erdê dirêj kirin û şîdet lê kirin.

Rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bertek nîşanî serdegirtina studyoyên her du kanalan da.

Pêşkêşê Çira TV’yê Zinar Cager êrişa polîsên Belçîkayê ya li ser navendên Medya Haber TV û Srêrk TV’yê şermezar kir û got armanca ji vê êrişê ew e ku her du kanalan bê deng bikin.

Zinar Cafer bal kişand ser zextên li ser rojnamevanan û got: "Li Bakurê Kurdistanê desthilata Tirk zextê li rojnamevanan dike. Li Başûrê Kurdistanê jî rojnamevan tên revandin, revandina rojnamevan Silêman Ehmed mînaka vê yekê ye. Ev êriş hemû ne tesaduf in, lê siyaseteke hevbeş ji bo bêdengkirina ragihandina azad e."

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Ragihandina Azad Evîn Îbrahîm êrişa li dijî studyoyên her du kanalan di salvegera 126’an a rojnamegeriya kurdî de, şermezar kir û wiha domand: "Ev dide diyarkirin ku siyasetên pişaftin û êrişên li ser rojnamegeriya kurdî dewam dikin. Hêzên desthilatdar hewl didin gelê Kurd ên banga azadiya xwe û demokrasiya xwe dike, bê deng bike."

Evîn Îbrahîm diyar kir ku çi qas êriş li ser rojnamegeriya kurdî dijwar bibin jî, israr û hêza wan a domandina xeta azadiyê dê zêde bibe.

Evîn Îbrahîm bang li rêxistinên mafên rojnamevanan kir ku li hemberî êriş û zextên li ser rojnamevanan erkên xwe bi cih bînin.

Nûçegihana Ronahî TV’yê Cûdî Elî jî serdegirtina navendên Medya Haber û Stêrk TV’yê wek siyaseteke plankirî ji bo bêdengkirina dengê ragihandina azad û astengkirina xebata wên nirxand. Cûdî Elî got: "Rojnamevanên siyasetên dijminane yên li ser gelan teşhîr dikin, deng û vîna vî gelî ne. Armanceke hevbeş heye ku çand û nasnameya eglê Kurd ji holê were rakirin."

Cûdî Elî banga hevgirtin û teşhîrkirina êrişan li rojnamevanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em rojnamevanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serî ji van siyasetan re danaxin. Em piştgiriyê didin hempîşeyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê û Belçîkayê. Em bi hevgirtin û piştevaniyê tevahî siyasetên bi armanca bêdengkirina ragihandina azad pûç bikin.”

(bb)

ANHA