Xelata keda rojnamevaniyê dan Silêman Ehmed

Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) ku her sal Xelatên Kedê yên Rojnamegeriya Kurdî ya Şehîd Mazlum Bagok belav dike, îsal xelata kedê ya li ser asta Kurdistanê da Silêman Ehmed ku ev 183 roje ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Xelata keda rojnamevaniyê dan Silêman Ehmed
24 nîsan, 2024   10:06
QAMIŞLO

Xelatên Kedê yên îsal di salvegera 126`emîn Roja Rojnamegeriya Kurdî (22`ê Nîsan) li bajarê Qamişlo bi şahiyekê hatin belavkirin. 

Di şahiyê de rojnamevanên ku li ser asta herêmê, Kurdistan û cîhanê bi keda xwe derketine pêş hatin xelatkirin.

Li ser navê Silêman Ehmed xelat ji aliyê rojnamevan Zinar Cafer ve hat wergirtin. Xelat wê ji bo malbata Silêman a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bê şandin.

Xelata Kurdistanî îsal pêşkêşî edîtorê Rojnewsê Silêman Ehmed hat kirin. Silêman Ehmed 1`ê Cotmeha 2023`yan ji bo serdana malbata xwe ya li Helebê, ji Silêmaniyê derbasî Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê bibû. Piştî serdanê roja 25`ê Cotmeha 2023`an li Deriyê Sinor ê Sêmalka derbasî aliyê din ê sînor (Pêş Xabûr) bû. Lê tevî ku 1’ê Cotmehê bi awayekî resmî di heman rê de hatibû jî, hêzên PDK`ê bêyî hincet ew revand. Ev 183 roje (6 meh) destûr nayê dayîn ku parêzer an jî malbat pê re bi axive.

(sb/a)

ANHA