Ji rojnameyên erebî: Planên Enqereyê yên li Başûr û dan û standinên Dohayê

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da êriş û planên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê û Iraqê û diyar kir ku Enqere ji êrişan wêdetir hewl dide hêzên Iraqê beşdarî êrişên xwe bike. Rojnameyan têkildarî hewldanên ji bo agirbesta Xezayê jî destnîşan kir ku serokwezîrê Îsraîlê dê hewldanên agirbestê asteng bike.

Ji rojnameyên erebî: Planên Enqereyê yên li Başûr û dan û standinên Dohayê
15 tebax, 2024   10:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî bal kişand ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Iraq û Başûrê Kurdistanê û dan û standinên agirbesta Xezayê ku dê îro dest pê bikin.

Rojnameya El Şerq El Ewsat girêdayî dan û standinên li Dohayê yên têkildarî agirbesta li Xezayê nûçeyek bi sernavê "Dan û standinên Dohayê: Pêşniyareke nû ya DYA’yê û şertên din ên Netanyahu" weşand.

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku li Til Evîvê tê gotin ku serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu rê nade agirbest pêk were, di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi baldarî, nûçeyên geşbîn ên têkildarî dan û standinên Dohayê belaav dikin.

Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku texmîn heye ku her du alî li ser pêşniyara berê hatiye kirin, li hev nekin, lê rêveberiya DYA`yê plan dike pêşniyareke din ji bo pevguhertina dîlgirtiyan û agirbestê pêşkêş bike.

Rojnameyê destnîşan kir ku Netanyahu, her tim şertên nû ji bo dan û standinan diyar dike, herî dawî derxistina tevahî rêveberên payebilind ên Hemasê.

Di dewama nûçeyê de hate diyarkirin ku li gorî çavkaniyên siyasî yên îsraîlî, wezîrê karên derve yê DYA’yê Anthony Blinken ji ber du sedeman; nezelaliya biryara Îranê ya têkildarî tolhildana kuştina Îsmaîl Heniye û ya din dizane ku Netanyahu helwesta xwe bi awayekî rasteqîn naguhere, biryar daye ku tevlêbûna xwe ya dan û standinan taloq bike.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, Netanyahu bi şertên xwe yên li ku ser pêşniyara esasî zêde kirine ve, girêdayî ye. Li gorî nûçeyê şertên Netanyahu ev in; hêzên wê li eniya Philadelphiayê bimînin, ji bo rêgirtina li ber çek û çekdaran ji başûrê Xezayê ber bi bakur ve bendên kontrolê li ser eniya Netzarim werin danîn, her wiha mafê vetoyê li ser girtiyên filistînî yên ku dê bên pevguhertin were danîn û lîsteya navên dîlgirtiyên zindî yên Îsraîlê bidestxistin.

‘TIRKIYE HEWL DIDE IRAQÊ BEŞDARÎ ÊRIŞÊN XWE BIKE’

Rojnameya El Ereb jî bal kişand ser êriş û planên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê. Hate gotin, Enqere ji ber bêdengiya Iraqê ji êrişên xwe yên li ser Başûrê Kurdistanê wêdetir dinêre û hewl dide hêzên leşkerî yên Iraqê beşdarî êrişên xwe bide.

Rojnameyê destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya zêdekirina şêwirên xwe yên siyasî, diyalogên bi saziyên ewlehiyê yên Iraqê re rewşeke nû ya meydanî ferz bike da ku destkeftiyên zêdetir qezenc bike. Her wiha hate gotin Enqere bi van hewldanan sûdê ji nermbûna Bexdayê werdigire.

Di dewama nûçeyê de hate gotin, Bexda bi helwesta xwe ya nerm dixwaze Tirkiyeyê razî bike da ku tevkariya aborî pê re bi pêş bixe û dosyaya avê çareser bike.

(bb)