Kesên ji êrişan rizgar bûne serpêhateyên xwe vegotin
Şêniyên ji ber topbaranê malên wan wêran bûne, dibêjin "Me malên xwe terk kirin, xizmên me kuştin. Zarokên me tirsandin û ji ber tirsê naxwazin vegerin malê.”
Li ber kavil û dîwarên hilweşiyayî li taxeke bajarokê Ebû Hemam şêniyê bi navê Cemîl Hisên El Hemûd (40) got: "Dema hêzên hikumeta Şamê û çekdarên Dîfa Wetenî top li ser serê me berandin, em di xew de bûn."
Hemûd wiha domand: "Dema dengê topan hat, em bi lez derketin. Ger me wisa nekiriba, îhtimaleke mezin komkujiyek çêdibû. Dîsa jî, zarokeke 2 salî ji pişta xwe birîndar bû."
Ajansa me dîmen û wêneyên wêraniya ji ber topbaranê li mal, perestgeh, dar, pêlîstokên zarokan û eşyayên malan bûye, kişandin.
Şêniyê bi navê Ebdurehman El Ehmed jî hatibû serî li mala xwe bide ku ji ber topbaranê hilweşiyaye. Ehmed got: "Rejîmê bi dijwarî taxa me topbaran kir. Malên me bûn kavil. Mêr, jin û zarok şehîd û birîndar bûn."
Piraniya şêniyên li deverên hatine topbarankirin dibêjin "me malên xwe terk kir, xizmên me kuştin, zarokên me tirsandin û ji ber tirsê naxwazin vegerin male”
Li nexweşxaneya bajarok, şervanê bi navê Ebdulqadir El Xilêf ê ku birayê wî El El Xilêf û pismamê wî Ebdulrezaq El Elî di topbaranê de birîndar bûne, got: "Ji pişt û zikê xwe birîndar bûne. Ew naxwazin aştî û ewlehî li herêmên me pêk were. Rejîm wekî hêzeke mêtingeran bi herêmê re mijûl dibe. Ji ber van helwestên wê bi hezaran koçber bûn û hatin kuştin û hîna jî di vê zîhniyetê de bi israr e."
(şx)
ANHA