Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya li dijî êrişan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin û bang li aliyên hiqûqî û navneteweyî kir ku ji bo sînordarkirina bipêkirinên li dijî sivîlan û xeteriya li ser jiyana wan, bixebitin.

Ji Rêveberiya Xweser daxuyaniya li dijî êrişan
23 gulan, 2024   18:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên hovane yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de dewam dike. Îro di êrişa li dijî gundên kantona Minbicê de welatiyek şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê vê de daxuyaniyekê da.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

"Rejîma AKP`ê bi armanca têkbirina aramiyê û xwesteka dewleta Tirk ji bo derxistina aloziyan û reva ji krîza xwe ya navxweyî, şerê xwe li dijî herêmên me didomîne. Ji ber ku rejîma navborî bi hemû şert û mercan dixwaze tevlihevî û terorî vejîne.

Dewleta Tirk û çeteyên wê di berdewama şerê qirkirinê de, kantona Minbicê û beriya wê jî Şehbayê kirin armanc û ji ber van êrişan welatiyek şehîd bû û hin jî birîndar bûn di nav de zarok jî hebûn. Ev êriş xebatên li dijî terorê qels dike.

Em, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema ku van êrişan şermezar dikin de, di heman demê de em teqez dikin ku em ê tu carî ji bo parastina destkeftiyên xwe gav bi paş de neavêjin. Em bang li hêzên ku dixwazin alozî kêm bibe dikin têkevin tevgerê û berpirsiyariya xwe pêk bînin. Ji ber bêdengiya wan hêzan bi awayekî rasterast destekê dide dewleta Tirk. Dê ev yek bi xwe re zehmetiyan bîne û bibe sedem ku alozî di nava ambargo û zehmetiyên koçberên li herêmên me kûrtir bibe. Her wiha tevliheviyê li tevahî herêmên ku kampên di nava wan de malbatên terorîstên DAIŞ`ê hene, kûrtir bibe.

Her wiha em bang li aliyên hiqûqî û navneteweyî dikin ku ji bo sînordarkirina bipêkirinên li dijî sivîlan û xeteriya li ser jiyana wan, bixebitin.

Ji malbatên şehîdan re sesaxîSersaxî ji malbatên şehîdan re

Ji birîndaran re sîfaya lezgîn."