Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel

Parêzerên Reqayê di paneleke diyalogê de biryarên dadgehên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî girtiyên "Doza Kobanê" şermezar kirin û nerazîbûna xwe li hemberî wan nîşan da.

Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Reqayê têkildarî ˊDoza Kobanêˊ panel
23 gulan, 2024   18:36
REQA

Yekitiya Parêzeran a kantona Reqayê paneleke diyalogê bi navê "Na ji biryarên dadgehên Tirkiyê yên li dijî azadîxwazên Doza Kobanê re" li dar xist.

Panel li hola navendî ya yekitiyê ya kantona Reqayê bi beşdariya bi dehan parêzer, rewşenbîrên kantonê û hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dar ket.

Di panelê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Enwer El Esir got: "Em li kêleka hevrêyên xwe yên parêzer ên ku di Doza Kobanê de hatine girtin in. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi rêya vê dozê bi dehan kesayetên siyasî û welatparêz destgîr bike û rastiyên li ser siyasetên xwe yên qirêj veşêre."

El Esir wiha domand: "Pêwîst e parêzerên Reqayê di aliyên siyasî û qanûnî yên vê dozê de zêdetir lê bikolin û zextê li dadgeha navneteweyî bikin da ku ew jî zextê li dewleta Tirk a dagirker bike."

Her wiha, hevserokê Yekitiya Parêzeran a kantonê Remedan Hadî got: "Biryara derqanûnî ya li dijî siyasetmedar Demîrtaş û hevrêyên wî hatiye dayîn, binpêkirina destûra Tirkiyê û qanûnên Neteweyên Yekbûyî (NY) ye. Hemû rêxistinên hiqûqî û yên mafên mirovan ev biryar şermezar kir."

El Hadî bang li rêxistinên NY'ê û Yekitiya Ewropayê kir ku vê biryarê şermezar bikin û têkiliyan bi hiqûqnasên dinyayê re ji bo betalkirina vê biryarê, deynin.

Parêzer Ebdurehman El Sayir amadebûna xwe ji bo destekdayîna girtiyên azad ên Doza Kobanê nîşan da.

Piştre, beşdaran teqezî bi girîngiya zextkirina li dewleta Tirk a dagirker ji bo rawestandina van sûc û binpêkirinên li dijî azadîxwazan, da.

Di dawiya panelê de encamname wiha hat diyarkirin:

Şandeyeke hiqûqî serdana têkoşerên girtî bike û peyama piştgiriya me bigihînin wan.

Avakirina têkiliyan bi ragihandin û çapemeniyê re der barê doza Selahattîn Demîrtaş de

Têkildarî doza Selahattîn Demîrtaş têkilî bi rêxistinên hiqûqî yên li ser asta dewletên herêmê re bên kirin.

Damezirandina komîteyeke hiqûqî da ku balê parêzerên dewletên Ereb bikişînin ser vê dozê.

(mh)

ANHA