Pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan li partiyên siyasî hatin belavkirin

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan li partiyên siyasî yên bajarên Qamişlo û Til Temirê belav kirin.

23 gulan, 2024   17:58
QAMIŞLO

Di çarçoveya pêngava cîhanê ya "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" û serdanên ku Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê ji bo partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, însiyatîfê serdana partiyên siyasî yên bajarên Qamişlo û Til Temirê yên kantona Cizîrê kir.

Nûnerê însiyatîfê Ferzende Munzur, endama însiyatîfê Nuha Omer û endamê wê Fuad Çolî serdana Partiya Aşûrî ya Demokratîk û Partiya Demokratîk a Suraya yên bajarê Til Temirê û Partiya Muhafezkerên Kurdistanî li Qamişlo, kir.

Endamê têkiliyên derve yê Partiya Aşûrî ya Demokratîk Xazî Kîfakîs diyar kir ku kiryarên li dijî Rêber Abdullah Ocalan zilmekî mezin in. Kîfakîs piştgiriya xwe ji însiyatîfê re ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan nîşan da.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Suraya Nînîl Cindo got: "Em bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re ne û em her tim banga pêkanîna wê dikin. Em niha jî amade ne di hemû însiyatîfên azadiya wî ya fîzîkî de beşdar bin û asta têkoşînê bilind bikin."

Sekreterê Partiya Muhafezekerên Kurdistanî Ebdulbarî Mihemed destnîşan kir ku ew amade ne tiştên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bê xwestin, bikin.

Di dawiya serdanan de însiyatîfê pirtûkên Rêber Abdulla Ocalan li partiyên siyasî belav kirin.

(mh)

ANHA