Li Efrîna dagirkirî welatiyek hate revandin
Çeteyên dewleta Tirk a dagirker welatiyek li bajarê Efrîn ê dagirkirî revand.
Çavkaniyên xwecih li Efrîna dagirkirî aşkera kirin ku çeteyên "Polîsa Leşkerî" ên dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Mistefa Fewzî (42) yê ji gundê Kaxrê yê bajarê Mabeta yê Efrîna dagirkirî ber bi cihekî nediya ve revand.
Li gorî çavkaniyan, çeteyan Fewzî ji pêşiya mala xwe ya nêzî Çerxerêya Newroz a bajarê Efrînê revandiye. Fewzî bazirganê tekerên erebeyan û tiraktoran e.
Sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li deverên dagirkirî zêde dibin. Hemwextî wê tevliheviya ewlehiyê, birîna daran, kuştin, revandin, dizî û talankirina mal û milkên koçberan, berdewam in. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze demografiya wan herêman biguhere û şêniyên resen ên li herêmên dagirkirî mane koçber bike.
(mh)