Ji Iraqê êrişa li dijî hêzên DYA’yê

Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” ragihand ku bi balafirên biçek ên bêmirov êrişî baregeha hêzên DYA’yê ya li Tenefê ya li sêgoşeya sînorên Sûriye-Iraq-Urdinê kiriye.

Ji Iraqê êrişa li dijî hêzên DYA’yê
1 mijdar, 2023   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera “El Muqaweme El Îslamiye ya Iraqê” daxuyaniyek da û ragihand ku çekdarên wan bi 2 balafirên bêmirov ên biçek baregeh êrişî Tenef a hêzên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) kiriye û armancên xwe pêk anîne.

Ajansa Reutersê jî li gorî çavkaniyên hikumetê diyar kir ku pergala parastinê 2 balafirên bêmirov ên biçek ên ku êrişî baregeha li herêma Tenef a Sûriyeyê dikir, xistine xwarê.

Li aliyê din sekreterê giştî yê tevgerê ragihand ku komên çekdar “Tevgera Nuceba” biryara “rizgarkirina Iraqê ji hêzên biyanî” daye.

Wezareta Parastinê ya DYA’yê (Pentagon) jî daxuyand ku leşkerên wan ên li Sûriye û Iraqê ji 17`ê Cotmehê ve 27 caran bi êrişan re rû bi rû mane.

(c)