Dewleta Tirk berê 200 penaberên din da gundên Helebê

Dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên dawîn de ji bo ku wan li gundewarên li bakurê Helebê bi cih bike, zêdetirî 200 penaberên sûriyeyî veguhastin.

Dewleta Tirk berê 200 penaberên din da gundên Helebê
1 mijdar, 2023   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), dewleta Tirk a dagirker di 48 saetên dawîn de 215 penaberên Sûriyeyî bi darê zorê şandin deriyên li herêmên gundewarên bakurê Helebê. Li gorî agahiyan, zêdetirî 200 penaberên sûriyeyî bi 4 otobusan gihandine deriyê Bab Selamê.

Her wiha 13 sûriyeyî bo deriyê Cerablusê yê sînorî hatin veguhastin. Penaberên hatine veguhastin, mohrê tiliyan û ya çavan girtine da ku careke din venegerin Tirkiyeyê. Her wiha ew neçar kirine ku belgeyên vegera bi dilxwazî bo Sûriyeyê îmze bikin.

Dewleta Tirk a dagirker bi vê yekê hewl dide penaberên sûriyeyî li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya wê û çeteyan de bi cih bike.

SOHR`ê çend roj berê jî ragihandibû ku dewleta Tirk li herêma Înegol a bajarê Bursayê yê Tirkiyeyê 31 penaberên ji Sûriyeyê destgîr kirine, piştre ew birine ser sînor da ku wan bi dare zorê bişîne Sûriyeyê.

(c)