Ji bo zarokên şehîdan şahî
Li bajarê Qamişlo ji bo zarokên şehîdan şahiyek hat lidarxistin.
Şahî, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê ve li Parka Azadî ya bajarê Qamişlo hat lidarxist.
Di şahiya ku gelek zarokên şehîdan û malbatên wan tevlî bûn de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şemsîxan Gulo bixêrhatina malbatan kir û ji ber çêkirina şahiyê jî spasiyên xwe pêşkêşî Tevgera Ciwanên Şoreşger kir.
Li pey bixêrhatina mêvanan Koma Muzîkê ya Zarokan a Taxa Qidûrbeg ku girêdayî Tevgera Çand û Hunerê ye xebatên xwe dimeşîne, stranên bi Erebî û Kurdî pêşkêş kirin.
Piştre koma muzîkê ya bi navê Kulîlkên Rojê ku girêdayî Tevgera Çand û Hunerê li Bajaroka Girbawî xebatên xwe dimeşîne, ji bo zarokan stranên xwe pêşkêş kirin. Beşdarên şahiyê û zarokan jî li ber stranan govend gerand.
Hûnermend Ridwan Dêrik jî bi stranên dengbêjî û govendê reng da şahiyê.
Şahî bi gerandina govendê dirûşmeya "Bijî Serok Apo" bidawî bû.
(eg/a)